ZAZAY SENİWA BİYİ KURMANC

sitemiz yazarları

ZAZAY SENİWA BİYİ KURMANC

Mesajgönderen AĞA » Prş Eki 15, 2009 10:02 am

Zaza Çawa Bûn Kurmanc

Lêpirsîna Endaman: / 7
XerabBaş
Li gor min kird hebûn û kirdmanc hebûn, lê herdu jî bi kirdkî diaxivîn. Ev kurmanciya ku îro Zaza jê re dibêjin "kirdmanckî" jî, piştî gelek dewranan derketiye holê. Ez ne dîroknas im û hivza xwe ji rewşeke wisa dikim, ku çavdêriyeke wisa li pey xwe bihêlim, piştî vê nivîsê. Lê der barê zaza û kurmancan de hewceyî heye ku dîtin û ramanên xwe bînim ziman, ji ber ku li ser vê mijarê ji zû ve teoriyeke min heye.

Li bajarê Mêrdîn navçeyên Dêrik, Qoser, Şemrex, Mehsertê, Nisêbîn, Stewr û Kerboran hene. Li van bajaran Zaza tune ne. Lê mînak li navê Qoserê binihêrin. Dewleta Tirkiyeyê navê navçeyê kiriye "Kiziltepe", yanî "Girê Sor." Di dîroka Qoserê de jî tê gotin ku hinek navên kevin ên Qoserê hene, wekî Kosar û Dunaysir. Niha jî navê taxeke Qoserê "Kosar" e, ev 20 sal e ez wisa dizanim.

Dema mirov bi Zazakî bifikire "Kosor" an jî "Koyê Sor" bi Kurmancî "Girê Sor" bi tirkî jî "Kizil Tepe" ye. Yanî navê rastî yê Qoserê Kosor e û bajarekî Zazayan e. Li Mêrdîn mirov bigere, li herêmê gelek nav hene ku kurdî ne, lê di kurmanciya îro de tu ma'neya wan nayên zanîn. Di bingeha xwe de ji Zazakî tên.

Jixwe berê Kurmanc bi Kurmancî nediaxivîn, bi Zazakî diaxivîn. Lê Kurmanc hebûn. Em îro ji wan re dibêjin "Kurmanc" lê Celadet Elî Bedirxan dibêje tîpa "u" berê di kurdî te tunebû. Jixwe ji ber xwê em di jiyanê de hinek dibêjin "buxwe, juxwe, birxur", lê di zimanê nivîskî de em dibêjin "bixwe, jixwe, birxwir" û hin wekî din. Yanî Zaza belasebe nabêjin "Kirmanc", ya rast jî jixwe ew e.

Navê Zazayan heke ji Zozanan tê, heke ji tiştekî din tê, welhasil navekî nû ye. Li herêma Qerejdax gel nedigot "Zaza", lê digot "Dimilî". Gotina "Zaza" min piştre bihîst.

Di dîrokê de, yanî gelekî berî Îsa ku hîn "kirmanc" bi "kirdkî" diaxivîn, kurd ji du sinifan pêk dihatin, xwedî ax û yên ne xwedî ax. Kirmanc feqîr, xizan û bê erd bûn. Zazayan ji kirmancan jin nedianîn, kirmanc sinifa jêrîn bûn. Mirov dikare van herdu sinifan wekî "kird" û "kirdmanc" bi nav bike. Zaza "kird" bûn, xwediyê axê bûn û yên feqîr ku axa wan diajot, li pezê wan dinihêrî jî "kirdmanc" bûn. Yanî ji kirdan bûn, bi kirdkî diaxivîn, lê sinifa jêrîn bûn.

Ev li hemû cîhanê wisa bûye jixwe, sinifa jêrîn û jorîn hebûya.

Her di dîrokê de çi bûye, nizanim. Bi salan min lêkolîna vê yekê kir, hîn jî dikim. Bajarên ku hîn arkeolog neçûne wir, ez çûmê. Kelehên ku hîn nehatine keşifkirin li Kurdistanê hene, ji dema "kirdan" mane. Heta navê kevirên wan îro di mîmariya îngilîzî de jî hîn navê xwe diparêze. "Urban Granite" yek ji wan keviran e, ku kirdan ji heriyê çêdikirin û di agir de dipijandin.

Dibe ku piştî dagirkeriyekê sinifa jorîn teslîm nebûbe û derketibe çiyayan. Kirdmanc jî mabin li avahiyan. Ji ber ku jiyan li bajaran ava dibe, têkiliya kird û kirdan, têkiliya kirdan û jiyanê qut bû. Kirdmancan li bajaran ziman pêşve bir, ji ber ku çandinî, xwedîkirina heywanan û bazar li bajaran bû. Her ku sedsal derbas bûn, zimanê kirdan û kirdmancan jî ji hev dûr ket.

Bingeha teoriya min ev e. Gelek kesan heta niha gotine "kurmanc" û "zaza" yek in, heta zimanzanan nîşan daye ku bingeha herdu zimanan yek e. Lê li gor min Zaza ji Kurmancan neqetiyane, esil Zaza kurdên esîl in. Yên ku li çiyayan mane, teslîm nebûne û zimanê dîrokî yê kurdan parastine ew in. Kurmancî zimanê kurdan ê bajaran e. Çawa ku Soranî jî pir dereng derketiye holê û li gor hinekan kurdiya zanist û siyasetê ye.

Îro li nav kurmancan hîn jî hinek tiştên balkêş hene, ku bingeha xwe ji 3000-4000 sal berê digire. Mînak min dîtiye ku jineke kurmanc der barê bûka xwe de gotiye "vê kurmanca tew dike ku kar nîşanî me bide." Yanî xwe kurd dibîne, bûka gundî jî kurmanc dihesibîne û li gor wê bûka kurmanc nezan, bê çand û urf e. Ya rast herdu jî li Mêrdîn dijîn û bi kurmancî diaxivin, ji Zazakî jî qet fam nakin. Lê ev nihêrîn hîn ji dema "kird" û "kirdmancan" tê.

Gotin "Kurê Manco" jî li gor min, navekî Zazayan e ku wê çaxê danîne. Di eslê xwe de heke "Gurgmanc" be an jî tiştekî din be jî, ji dema wan tê.

Mirov Zazakî hîn bibe mirov ê çêtir ji dîroka kurdan jî fam bike, çêtir nivîsên kevin jî fam bike û têkiliya navbera sedsalan jî dayne.

Wekî encam, dixwazim bêjim, ku zazakî zindî nemîne dê şensa kurdan a jiyandina reh û kokên dîrokî jî nemîne. Çawa ku tirkan îro têkiliya tirkiya nû û kevin nehiştine û tirkiya kevin winda kirine, kurd jî dê winda bikin.

Ji ber ku ev ne nivîseke akademîk û lêkolînerî ye, tenê gotareke ramanî ye, min pêdivî nedît ku koka wê daynim ser çavkaniyan. Li gor baweriya min rojek dê were, zanist û dîrokzan dê vê yekê pir zelal daynin holê.

Mixabin sazî û dezgeyên bakur ne di vê ferqê de ne. Di civîneke Komeleya Nivîskarên Kurd û Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn de, min bi israr gotibû "Şaredarê birêz, hemû şaredarî xebatan bi kurmancî dikin, tu Zaza yî, balo hûn xebatên xwe bi Zazakî bikin, berhemên kurmancî bihêlin ji yên din re, hûn Zazakî çap bikin." Lê şaredar bi israr got "em ferqê naxin navbera zaravayan."

Ya rast, mesele ne ferq e. Encax ez bêjim ku "divê em hemû kurmanc zûka zazakî hîn bibin", hîn were famkirin ku ez dixwazim çi bêjim.

Li Amedê kursên Zazakî dê dest pê bikin. Ez ê bixwe jî hewil bidim ku hîn bibin. Hêvîdar im "Zazayên" ku niha li navçeya Kosor (Qoser) dijîn jî, yên din jî hîn bibin. Ya rast, em hemû Zaza ne.
AĞA
 
Mesajlar: 10
Kayıt: Pzt Mar 09, 2009 10:31 am

Dön yazarlar bölümü

Kimler çevrimiçi

Bu forumu gezen kullanıcılar: Hiç bir kayıtlı kullanıcı yok ve 0 misafir

cron