Ehmedê Xanî

kürt filozolar tarihi ve kürt filozofları

Ehmedê Xanî

Mesajgönderen admin » Sal Tem 28, 2009 11:34 am

Resim19 Temmuz 2009 Pazar 10:30
Şêxê Xanî Kürdler için sadece bir şair ve tasavvuf şeyhi değil aynı zamanda Kürtlerin milliyet düşüncesinin yaratıcısıdır da.
KÜRT FİLOZOFLAR 10 - EHMEDÊ XANÎ
Kürdlerin antik felsefesinden bu güne değin, sadece dokuz filozofun adını zikrettik. Tabii ki kürdler bu dokuz filozof dışında da filozof çıkarmışlardır ama ben sadece bu zatlar üzerinde çalışma imkanı bulduğum için bu filozofları tanıtabildim. Doğrusu her biri kendi inanç ve felsefesinde ileri bir düzeydeydiler. Şimdi onuncu filozofumuz olan Şêx Ehmedê Xanî ye geçeceğiz, ama açıkçası itiraf etmek isterim ki bunca emek ve araştırmalarıma rağmen, en çok bu zat üzerinde durup yoğunlaşmama rağmen, Şêx Ehmedî Xanî'nin derinliğine varabildiğime hala da emin değilim. Diğer filozoflarımızda da derinlikli ve yoğunluklu düşünce ve inançlara rastlıyoruz. Hatta bunlardan bazıları felsefede bir ekol olmuşlardır. Örneğin Sühreverdi, Hallac ve Mela gibi. Ama Şêxê Xanî değişik bir durum vardır. Şêxê Xanî yaşamı ve felsefesiyle, kürdlerin geçmişi ve geleceği arasında bir köprü olmuştur. Ruhunu Kürd tarihiyle beslemiştir. Hamiyet çeşmesinin başında durmuş, o çeşmenin en duru, en kürdi suyundan içmiştir. Zerdeşt'ten tutun Mela'ya kadar bir çok kürd şahsiyetten fikir ve düşüncesini devşirmiştir, böylelikle kendine has, özgün bir felsefe oluşturmuştur.
Şêxê Xanî 1651 de Doğubeyazt'ta doğmuştur. (Farklı kaynaklarda Xanî'nin Hakkarinin Xan köyünde doğduğu belirtilir.) 1707 de yine Doğubeyazıt'ta yaşama veda etmiştir. Babasının adı İlyas'tır. Rüstem Beyin oğlu Eyaz'ın oğlu İlyas. Xanî Mûradiye medresesinde öğrenimine başlamıştır. Ondan sonra da Ahlat, Bitlis, Urfa, Cîzre, Bağdat, Şam ve Halep gibi şehirlerde okumuştur. Îran, Misir ve İstanbul'da da gezmiştir. Bu tahsile ve seyahatlarından sonra yine Doğubeyazıt'a dönmüştür. Orada ders vermiş ve yazmaya başlamıştır.
Şêxê Xanî'nin yaşadığı dönem kürdistan için zifiri karanlık bir dönemdir. Çünkü Cennetmekan Şêxê Xanî'nin doğumundan on bir, on iki yıl önce Kürdistan, kasr-ı şirin antlaşmasıyla Türk ve Acemler arasında paylaştırılmış ve böylece Kürtlerin özgürlüğü önünde büyük bir set oluşturulmuştu. Böylesi bir dönemde Ehmedê Xanî sadece bir şair olarak değil aynı zamanda bir filozof, bir aydın, bir edip ve alim olarak milletinin önünde bir ışık oldu.
Bu dizeleri ile de yaralı duygularını dile getirdi:
Taseke ji ava zelal nadim bi hewzê kewserê
Levhatina qesra şêrîn, jê nabînim tu meferê
Piştî roja me bû tarî mirin xweş e ji emberê
O duru suyun bir tasını kevserin havuzuna değişmem
Kasrı şirin antlaşmasında bir kurtuluş göremiyorum
Günümüz karardığından beri bizim için ölüm amberden evladır.
Seydası Cizîrî'nin izinden, Kürdistan gecelerine şebçerağ olup milletinin yüreğine ışık tuttu. Ben onu hep bir damat, Kürdistan'ı da duvaklı bir gelin gibi düşünüyorum. Yüreği ve beyniyle Kürdistan'ın gözlerinin önündeki duvağı kaldırıp ona yol gösterdi.
Xanî okuma ve araştırma amacıyla bir çok yörede kaldı. Yukarıda da belirttiğimiz gibi yurdun hemen hemen her yerinde, ayrıca İran, Mısır ve İstanbul gibi merkezleri de gördü. Buralarda egemenlerini de iyice tanıdı. Her üç ulusun dilini de onlardan daha iyi kullanabiliyordu. Türk, Arap ve Acemlerin durumlarını da gördü. Kürdlerin durumunu da. Bu gözlemleriyle milli duygusunu pekiştirdi. Ayrıca şunu da belirtmemiz gerekir ki Şêxê Xanî Kürdler için sadece bir şair ve tasavvuf şeyhi değil aynı zamanda Kürtlerin milliyet düşüncesinin yaratıcısıdır da. Sadece bu da değil aynı zamanda güçlü bir filozoftur da. Şimdi felsefesine geçebiliriz.
O da her filozof gibi varlık sorunu üzerinde durmuş ve nasıl ki Thales, Anaksimandros ve Anaksimenes bu konu üzerinde fikir beyan etmişlerse, o da bu konuda ki düşüncesini şu dizeleriyle dile getirmiştir:
Ey wahidê pînhan ku ji zatê tene peyda
Ev kewn û mekan erd û sema kumbedê xedra
Ey gizli vahid ki senin zatından çıkmıştır
Bu kevn ve mekan, yer ve gök, yeşil kubbe
Xanî bu dizelerde bu husustaki inancını ibraz edip her şeyin Allah'tan geldiğini, yani her şeyin yaratıcısının Allah olduğunu dile getirir. Xanî'miz devam ediyor ve başka dizelerinde şöyle söylüyor:
Gava ji edem xwedê kir îcad
Ev kewn û mekan ji nûve binyad
Ol vakit allah yokluktan icat etti
Bu kevn û mekanı yeniden yapılandırdı
…..
….
Her yek ji edem te kirine peyda
Îbda'ê kirin te bê heyûla
Her birini yokluktan var etmişsin
Hiçbir töz olmaksızın kılmışsın ta başta
Yani Xanî'ye göre ilk töz yoktur. Önce Allah vardı ve her şeyi o yarattı. Yine Xanî'de Zerdeşt felsefesine rastlayabiliyoruz, örneğin:
Mala xwe ji rengê qevmê Zerdeşt
Da ber agir û gaziya xwe rahişt
Evini Zerdeşt'in kavminin renginden
Ateşe verdi ve yardım edilmesini bekledi
Xelk vedimale agir bi avê
Ez vedimalim bi agir avê
El söndürür ateşi su ile
Be söndürürüm suyu ateş ile
Bu kelimeler gibi, dizelerinde kullandığı daha birçok kelime Zerdeştiliğie işaret eden kelimelerdir. Örneğin güneş, aydınlık ve ateş gibi kelimeler bunlardan bazılarıdır. Mem û Zîn eserinde, Mem'in ölümünün ardından, bu cümlelerle Mem'in ruhunun güneşe gittiğini söyler:
Bi kurtasî ji navenda axê
Ew dînok gihîşt rojê
Kısaca yerin merkezinden
Bu çılgın güneşe yükseldi
Bu düşüncenin temeli Zerdeştilikte vardır.
Kürd filozofları arasında üzerinde en çok çalışılan Xanî'dir. Onun felsefesine dair bir çok maddeyi açıklayabiliriz. Zaten birçok kişide felsefesine dair çalışmalar sunmuşlar. Evdirrehman Durre ve onlarca kürd gibi. Bunun nedeni de Xanî'nin sadece bir şair olmayıp aynı zamanda hem bir filozof, hem bir pedagog, hem bir devrimci ve yurtsever olmasıdır. Konuyu uzatmadan kısaca şunu bildirmek istiyorum ki, Xanî de Kürd filozoflarından bir tanesidir ve ele aldığı konular da varlık ve tasavvuf felsefesine dair konulardır.
Çeviri: Adnan FIRAT

--------------------------------------------------------------------------------
FİLOZOFÊN KURD 10 - EHMEDÊ XANÎ
Mihemed RONAHÎ
Me ji dîroka kurdan ya kevnar heya niha behsa neh fîlozofan kir. Helbet kurdan ji bilî van neh fîlozofan jî fîlozof derxistine, lê ji ber ku min li ser van neh heban lêkolîn kiribûn, tenê min ew dan nasîn. Birastî jî her yek di bawerî û felsefeya xwe de gelek pêşketîbûn. Niha em ê derbasî fîlozofê dehemîn Şêx Ehmedê Xanî bibin, lê ez dixwazim lixwe mikur bêm û bêjim ku digel ewqas lêkolîn û keda min a ku ez li ser sekinîm û min herî zêde dem ji wî re veqetand jî ez bi giştî tênegihaştim Şêxê Xanî. Di fîlozofên din de jî bîr û ramanên gelek kûr û berfireh hebûn. Heya ji wan gelek di warê felsefeya xwe de bûbûn pêşeng. Wek suhrewerdî û Zerdeşt û Xellac û Mela. Lê di Şêxê Xanî de rewşeke cuda heye. Şêxê Xanî bi jiyan û felsefeya xwe bûye pireke dirêj, di nava paşeroj û pêşeroja kurdan de. Rihê xwe bi dîroka kurdan kedî kiriye. Li serê kaniya xîretê rûniştiye û ava herî zelal ya kurdewar vexwariye. Ji Zerdeşt bigirin heya Mela, ji gelek kesayetên kurdan fikr û raman dawşandiye û felsefeyeke li gorî xwe damezirandiye.
Şêxê Xanî di 1651'ê de li Bazîdê hatiye dinyayê(li gorî hinek çavkaniyan Şêxê Xanî li gundê Xanê yê colemêrgê hatiye dinyayê) Di sala 1707'an de dîsa li Bazîdê jiyana xwe ji dest daye. Navê bavê wî Îlyas e. Îlyasê Eyazê Rustem Begê. Xanî li medreseya Murdaiyeyê dest bi xwendina xwe kiriye û li dû wê jî, çûye Xelat, Bedlîs, Riha, Cizîr, Bexda, Şam û Helebê. Li Îran, Misir û Stenbolê jî geriyaye. Li dû vê xwendin û gera xwe dîsa vegeriya ye Bazîdê, li wir wane daye û dest bi nivîsê kiriye.
Dema ku Şêxê Xanî tê de jiyaye, ji bo Kurdistanê demeke reş û tarî ye. Lewra yanzdeh dwanzdeh sal beriya jidayikbûna Xaniyê gorbihuşt, Kurdistan bi peymana Qesra Şêrîn di nava Tirk û Eceman de hatibû parkirin û bi vî rengî bendeke mezin li pêş azadiya Kurdan hatibû lêkirin. Di rewşeke wisa de Ehmedê Xanî ne tenê wek helbestvanekî, di heman demê de weka fîlozofekî, weka rewşenbîrekî, weka wêjekarekî, weka zanyarekî bû ronahî li pêşiya gelê xwe.
Bi van rêzikên xwe hestên xwe yên birîndar hanîn ziman:
Taseke ji ava zelal nadim bi hewzê kewserê
Levhatina qesra şêrîn, jê nabînim tu meferê
Piştî roja me bû tarî mirin xweş e ji emberê
Li dû Seydayê xwe yê Cizîrî, bû şebçeraxa şevên kurdistanê û şewq da dilê netewa xwe. Li ba dilê min ew weka zavayekî ye, Kurdistan jî bûkeke bi xêlî. Bi dil û mêjiyê xwe xêliya pêş çavên Kurdistanê rakir û rê nîşanî wê da.
Xanî bi mebesta xwendin û lêkolînê li gelek deveran ma. Weka ku me li jor diyar kir hema hema li hemû dera welêt û li ciyên wek Îran, Misir û Stenbolê geriya. Li wan deran desthilatdarên xwe jî baş naskir. Zimanên her sê netewan ji wan xweştir bi kar dihanî Rewşa Tirk û Ereb û Eceman jî dît, rewşa Kurdan jî dît û hestên xwe yên netewî bi van çavdêriyan pêşve bir. Divê em vê yekê jî bînîn ziman ku Şêxê Xanî ji bo Kurdan tenê ne helbestvan û Şêxekî tesewûfî ye. Di heman demê de afîrenerê hestên netewetiyê ya Kurdan e jî. Lê ne ev tenê ye jî di heman demê de fîlozofekî hêja ye jî. Niha em ê derbasî felsefeya wî bibin.
Weka hemû fîlozofan ew jî li ser heyînê rawestiya ye û çawa ku Thales, Anaksimandros û Anaksimenes li ser vê yekê fikirên xwe diyar kirine, wî jî ramana xwe ya di vî warî de bi van rêzikan diyar kiriye:
Ey wahidê pînhan ku ji zatê tene peyda
Ev kewn û mekan erd û sema kumbedê xedra
Xanî di van rêzikan de baweriya xwe ya di vî warî de diyar dike û dibêje her tişt ji ber hebûna xweda çêbûye ango wî afirandiye her tişt. Xaniyê me didomîne û di rêzekên xwe yên din de jî wisa dibêje:
Gava ji edem xwedê kir îcad
Ev kewn û mekan ji nûve binyad
…..
….
Her yek ji edem te kirine peyda
Îbda'ê kirin te bê heyûla
Ango li gor baweriya wî heyîneke pêşîn tuneye. Berê xwedê hebû û wî her tişt afirand. Dîsa di felsefeya Xanî de meriv rastî zerdeştiyê jî tê wekmînak:
Mala xwe ji rengê qevmê Zerdeşt
Da ber agir û gaziya xwe rahişt
Xelk vedimale agir bi avê
Ez vedimalim bi agir avê
Weka van peyvan hê gelek peyvên ku di helbestên xwe de bi kar hanîye peyvên Zerdeştiyê ne. Wekmînak roj û ronahî û agir ji van peyvan hinekin. Di Mem û Zînê de, li dû mirina Mem bi van hevokan diyar dike ku giyanê Mem digihîje rojê
Bi kurtasî ji navenda axê
Ew dînok gihîşt rojê
Bingeha vê ramanê di Zerdeştiyê de heye.
Di nava fîlozofên kurd de yê ku herî zêde li ser xebat hatiye kirin Xanî ye. Meriv dikare di warê felfeseya wî de gelek xalan diyar bike. Jixwe gelek kesan jî di warê felsefeya wî de xebat kirine. Weka Evdirehmanê Durre û hê bi dehan kurdî. Birastî jî Xanî ji ber ku ne tenê helbestvan bûye, him fîlozof, him pedagog, him şoreşger, him jî weka welatparêzekî derketiye pêş kurdan. Li ser gelek xebat hatiye kirin. Ji ber vê yekê, ez vê mijarê dirêj nakim û tenê dixwazim ku bidim zanîn ew jî, ji fîlozofên kurdan yek e û mijarên wî jî bi kurtasî li dora heyînê û felsefeyeke tesewwûfî digerin.



HABER DİYARBAKIR
Wêngu Rêngî Hêrîdonî
Kullanıcı avatarı
admin
Mesaj Panosu Yöneticisi
 
Mesajlar: 216
Kayıt: Çrş Oca 28, 2009 11:30 pm
Konum: yönetici

Dön kürt filozoflar 1-zerdeşt

Kimler çevrimiçi

Bu forumu gezen kullanıcılar: Hiç bir kayıtlı kullanıcı yok ve 0 misafir

cron